Di plana Xezeyê ya Trump a ji 20 xalan de çi hene?

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump li Washingtonê planeke ji 20 xalan a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê pêşkêşî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu kir.

Netanyahu diyar kir ku ew piştgiriyê dide planê, lê belê eger Hamas red bike, ew xwedî mafê 'qedandina şer e'.

Çend ji xalên sereke yên planê bi vî rengî ne:

Xeze ji hêzên radîkal bê xalîkirin: Tê xwestin, Şerîda Xezeyê ji 'terorê' bê paqijkirin û jinûve bê avakirin.

Agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan: Bi qebûlkirina planê re şer wê yekser bê rawestandin, Îsraîl wê xwe vekişîne xeta ku hatiye diyarkirin û di nava 72 saetan de temamiya dîlgirtiyan bêne berdan.

Pevguhetina mehkûman: Di berdêla dîlgirtiyan de 250 mehkûmên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn û 1.700 Xezeyî bêne berdan.

Alternatîf ji bo Hamasê: Ji bo yên ku çek danîne efû, ji bo yên ku dixwazin cihê bibin mafê derbasbûna bi ewle wê bê naskirin.

Alîkariya mirovî û jinûve avakirin: Ji bo av, elektrîk, tenduristî û binesaziyê alîkariya navneteweyî ya berfireh wê bê astengî bigihêje herêmê.

Rêveberiya demkî: Xeze wê ji aliyê komîteyeke ji teknokratên Fîlîstînî ve di bin çavdêriya navneteweyî de bê birêvebirin. Ev komîte wê ji aliyê 'Komîteya Aştiyê' ve bê birêvebirin ku Trump jê re serokatiyê bike.

Plana aboriyê: Bi projeyên razemeniyê re wê 'Xezeya Nû' ji nû ve bê zindîkirin û herêma aboriyê ya taybet bê avakirin.

Demîlîtarîzasyon: Hamas û komên din wê li derveyî rêveberiyê bêne hiştin, hemû çek wê di bin çavdêriya navneteweyî de bêne îmhakirin.

Hêza ewlekariyê ya navneteweyî: DYE wê bi hevkariyên xwe yên Ereb û navneteweyî li Xezeyê 'hêza aramiyê' ya demkî ava bike. Ev hêz wê ji ewlekariya sînor û perwerdekirina polîsan berpirsyar be.

Vekişîna Îsraîlê: Xeze wê qonax bi qonax radestî hêza navneteweyî bê kirin, Îsraîl sozê dide ku dagir an jî desteser neke.

Derbasbûna li pêvajoya aştiyê: Bi diyalog, bernameyên xweşbîniya olî û pêvajoya jinûve avakirinê re di dema dirêj de dikare rê li ber avabûna dewleta Fîlîstînê bê vekirin.

Di nava planê de ji bo Xezeyê agirbesteke mayinde, gavên ji bo jinûve avakirinê û çareseriya siyasî hene. Lê belê ji ber ku gelek xalên wê ji bo Îsraîlê nerm e, bicihanîna wê bûye mijara nîqaşê.